Jiyana Jîr Dilovan

Jîr Dilovan nivîskar û wergêrekî kurd e.

Sala 1956’an li gundê Hêştireka Midyadê hatiye cîhanê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê û dibistana mamostetiyê jî li Kirşehir bajarê Tirkiyeyê, sala 1975an qedandiye. Dû re jî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anatolî ya Eskîşehirê kuta kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin. (Welat, Welatê me, Rewşen, Jiyana Rewşen, Nûdem, Huner, Amara, Kovara W) Di kovarên Huner û Amara de di desteya weşanê de cîh girtiye. Leyîstika wî ya bi navê Qolinc (15 beş) û gelek skeçên wî di Med Tv de hatine weşandin.

Di Televizyona Mezopotamya de, di bernameya Rojbaş Kurdistan de, dersên zimanê Kurdî dane û demekê bernameya “Destpêka Rojê” amade û pêşkêş kiriye. Di Radyoya Dengê Mezopotamya de, sê bernameyên wêjeyî yên bi navê “Ji Kaniya Wêjeyê,” “Şana Helbestê” û “Li Benda Rojê” amade û pêşkêş dike. Niha li Almanya dijî.

Berhem

  • Zenga Zêrîn – roman , weşanên Mezopotamya 2003
  • Ji Biçûkan re Çîrok Ji Mezinan re Dîrok – Helbestên Fabl, weşanên Şaredariya Sûr a Amedê 2006
  • Qolinc -Senaryo – ristefîlm DVD 1-2-3
  • Bi Pirs û Bersivan Dîroka Kurd û Kurdistan Cild-1, Weşanên Pêrî 2007
  • Ji bo Kesên Gihîştî, Mamoste û Perwerdekaran
  • Waneyên Kurdî-Kurmancî – Weşanên Înstîtûta Kurd, REWSEN 2008

Werger

  • Arî Mezin – [Kurdên Elewî Di Dorpêça Agir de], Weşanên Eylem, 2001
  • Abdullah Öcalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-I (2003)]°
  • Abdullah Öcalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-II (2003)
  • Bextiyar Qehreman: Banga Ji Heskîfê – helbest, Weşanên Pêrî – 2006

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !