hafizê kor

Jiyana Dengbêj Hafizê Kor

Hunermend Hafizê  Kor li taxa Kaniya Kurdan ku girêdayî bajarê Kobanê ye di sala 1940`î de tê dinyayê. Ew  ji her du çavên xwe kor e. Lewma jê re Hafizê Kor dibêjin. Hafizê Kor wekî hunermendên Baqî Xido, Mihemed Doman û Mişo Bikabor re xebitiye û stran û klam gotine.

Navê wî yê rastîn Ebdulqadir Elî ye. Tê gotin ku Ebdulqadir Elî bi eslê xwe ji Yemenê ye. Bavê wî koçî Tirkiyê kiriye û pişt re jî derbasî Kobanê bûye. Hafizê Kor bi stranên xwe yên gelerî (Eman berin esker berin ) navdar bû, her wiha gelek stran û çîrokên gelêrî yên weke (Derwêşê Evdî – Siyabend û Xecê, Hisên Bek Zelî û Dilo) digotin.

Hafizê Kor di sala 07.08.2020an de di 80 saliya xwe de li navçeya Pirsûsa Rihayê çû ser dilovaniya xwe. Piştî jiyana xwe ji dest da, li gundê Ziyaretê yê rojhilatê Pirsûsê hat veşartin.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !