Dengbêj Medîne

Jiyana Dengbêj Medîne

Medîne Altûn a li gundê Eywen ê navçeya Stewr a Mêrdînê dijî, bi klamên xwe tê naskirin. Dengbêj Medîne di salên 1990’î de ji Mûşê koçî Stewrê kiriye. Lê dengbêjên Serhedî bandoreke gelekî zêde lê kiriye. Hê di 8 saliya xwe de guh daye klama li ser Seyîdxanê kerr û dest bi dengbêjiyê dike. Medîne hez ji guhdarîkirin û strana klamên li ser şervanan dike.

Medîne dibêje çîroka her klamekê heye û beriya ku bistirê qala çîroka klamê dike. Yek ji klamên ku ji zarokatiya xwe e distirê klama li ser Seyîdxanê kerr e. Seyîdxanê kerr şervaneke û ji aliyê axa û began ve tê kuştin. Medîne dibêje, klama Seyîdxanê kerr gelekî bandor li wê kiriye û bi vê klamê dest bi dengbêjiyê kiriy. Klama Seyîdxan bi gotina “Seyîdxan dibêje, me kir nekir, nekarî zozanên serhedê ji axa û began rizgar bikin” dest pê dike û qala têkoşîn û mirina wî dike. Medîne vê klama ku di emrê zarokatiyê de dibihîze, ji bîr nake û digihîne roja îro.

Dengbêj Medîne nikare qebûl bike ku kurê wê Ûmût jiyana xwe ji dest daye. Medîne dibêje, ji bo dîtina kurê xwe wê gelekî li ber xwe daye û ew ê ji niha û pê ve ji bo dîtina gora kurê xwe têbikoşe. Wesiyeta Medîne jî ew e ku li cem gora kurê xwe Ûmût were veşartin.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !