Seyîd Hacî/Haci Seyitoğlu sala 1930an de liGundê Dizê bajarê Culemêrgêhatiye dinyayê. Eslê xwe seyîd e. Kurê seyîd Hesen e. Seyîd Mîrza, Seyîd Husên, Seyîd Tahir, Seyîd Yunus, Seyîd Salih pênç birayên wî û Seyîde Asya û Seyîde Nesîbe du xwîşkên wî ve heft xwîşk û biran e.
Seyîd Hacî di warê çanda Kurdewariyê de mirovekî şareza û nestêleh bûye. Gelek çîrok û serpêhatî dizanîn, dîwana ew lê hazirba axiftin ya wî bû. Gelek saeta axiftiba jî mirov ji axiftina wî aciz nedibû. Seyîd Hacî li bajarê Culemêrgê û heremên derûdoran de jî mirovek berniyas bû. Çawa li gel milletî eleqa wî hebû, her wesa li gel eşrafên herêmê jî danûstandina wî hebû. Qedr û qîmeta malbata Seyîd Hacî nihajî li bajarê Culemêrgê cihekî bê hempa û girîng heye. Seyîd Hacî hem ji ber seyîdiya xwe, hem jî mirovek suhbet xweşbû, ji ber vê çendê cihê wî di civakê de gelekgiran û pêşçav bû. Seyîd Hacî di herêmê de dengbêjek bi nav û deng bû. Di nav dengbêjên Culemêrgê de cihek girîng hebû.Stranên Seyîd Hacî digotin piranîya wan gelêrî bûn. Seyîd Hacî gelek koçk û dîwanan de stran digotin6 Seyîd Hacî stranên qedîm digotin. Lawkê Tuxwîbî, strana şerê di nabeyna Surmelî Mehmet Paşa û Çergez Umer de qewimî, strana Mîr Bedirxwan Begê bota “lo lo Mîro” , stranek gelek kevn û meşhur Ker û kulîk, felîtê Quto, strana “Kinê” ku babetê vê eşq û evîne “Kinamin, mala min”,dîwanan de digotin.