Mehemedê Coleyî (1925-1997)
Dengbêj Mehemedê Coleyî di sala 1925an de li navçeya Çelê gundê Cole devera Tuxwîbî hatiye dinyayê. Bi bernavê “Mehemed delîl” hatiye nasîn. Mehemed jiyana xwe bi piranî li gund û zozanan derbas kiriye. Di heremêde mirovek bernas, suhbetxweş û xwedî belexet bûye. Wextêkî hindek mirov ji bajarê Wanê dibine mêvanên wî, guhdariya wî dikin. Suhbeta Mehemed gelek diçe xweşiya wan, dibejinê tu mirovek gelek zanayi û sohbet xweşî, te ev zanîne bo xwe jî kirê wergirtiye? Li eskeriyê fêrî xwandinê dibe. Demekê ketiye di zîndanê de, xwe di zîndanê de perwerde dike.
Zemanê berê qerebafon hebûn, wekî teyban bûn, ew malên halê wan xweş tînan malên xwe û guhdariya stranan dikirin, wî zemanî ew qerebafone qedexe bûn. Ji ber hindê kesekî nediwêra biben malen xwe û guhdariya stranan bikin. Wî zemanî gumrikgir hebûn, ew kesên qerebafon malên wan dîtibana ceza dikirin. Gumrikgir têne berderê mala Mehemedê Coleyî, di xanî de jî qerebafon vekirî bû û wan guhdariya strana dikirin. Wî demî eve dibêjine yekûdu gumrîkgir hatin. Ew qerebafonê digirin û Mehemed meqamê eynî stranê destpê dike û dibêje. Wextê Gumrikgir têne jor û Mehemed dibinin ku strana dibejê, ew muteheyir dimînin û bo dengê wî, ew dengê qerebafonê û dengê Mehemedi jêk ferq nakin.
Mehemedê Coleyî Qur’an û mewlûda Kurdî û pirtûkên qanûnê jî xwa/ endi bûn. Mehemed li gundê xwe de mirovekî rûspî û xwedan gund û zozan bûye. Ji bo dengbêjiya xwe bê minet bûye, çawa xwestiye wesa stran gotîne. Mineta kesê newergirtiye. Hem mezinê gundî, hem xwedan zozan û gund û hem jî dengbêjî pêkve kirine. Pirsgirêkên gund û derûdorên xwe wî çareser dikirin. Di dîwanan de piranî axiftin wî dikir.
Çavkanî: Kerem Engin