Di Bîst û Pêncê heyva Cotmehê de sala 1966an de li gundê “Navkurê” yê bi bajarê Qamişlo ve girêdayî ye hatiye dinyê. Lê di doseyên fermî de jidayikbûna wî di sala 1969an de hatiye qeydkirin.
Li dibistanên Qamişlo xwendiye û bawernameya duwayî ya giştî\beşê zanyarî da sala 1986an de wergirtiye.
Li bajarê Qamişlo dijî û ji qurbaniyên serjimêriya 1962an e.
Ji destpêkê de helbest bi zimanê Kurdî û helbesta kêşesaz nivîsand, di nîvê salên Heyştêyî de ji serdema bûrî de dest bi helbesta nûjen kir, yek dîwanên wî çapkirî bi navê ” Were Vê Êşa Bilind ” heye.
Xelata baştirîn helbesta nûjen du salan li du hev di festival helbesta kurdî de wergirt, destnivîsên wî li ber çapê hene.
Helbesteke Wî:
Negrî
nijdevan bûn
bilez û bez dihatin
girtin dora kelha min
derî li min setimandin
hîm danîn ser devê min
dîl kirin qêrîna min
lê tu negrî dîlbera min
evîna te venamirî
bi vî serê ji pola
ez ê vekim sed derî…!!!