Helbestvan û siyasetmedar Mele Şikrî di sala 1949an de li bajarê Sêrtê, navça Dihê li gundê Basnê ji dayik bûye. Seyda perwerdehiya xwe di medresên Kurdî de fêrî pirsgirekên civata xwe bûye û perwerda xwe li ser şopa Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran domandiye.
Bayê şoreşa îlonê û karîzma Mele Mustafa Barzanî li ser rêgeh û jiyana Mele Şikrî bandoreke mezin kir. Seyda ji rêgeha olî derbasî rêgeha sîyasetê bûye û li gor derfetên xwe piştgiriya şoreşa îlonê kiriye. Piştre di nav refên Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiye PDKT de cîh girtîye.
Piştî salên 1970an şûn de li bajarê Mersînê bi cîh dibe û bi hevalên xwe re, dest bi karên rêxistinî dikin. Di demek kin de li bajarê Edene, Mersîn, îskenderûn û Antalyayê xebatên wan berhem didin û dest bi organîzasyonên metrepolan dikin.
Di dema pîrozbahiyên yekê Gulana 1979an de, Seyda bi zîrekbûn û mêjîyê rêxistinbûnê derdora sed kesî re dibêje bi cil û bergên Kurdî beşdarî nav refên mîtîngê bibin. Gava bi cil û bergên Kurdi beşdar dibin rêxistin û organîzatorên çepê Tirk bertekan nîşan didin û gengeşiyan derdixin. Lê belê Seyda bi zanebûn û zîrektîya xwe rê li ber wan digire û beşdar dibin. Piştre hat zanîn ku hêzên ewlekarîya dewleta Tirkiyê ev bûyer ji bo Enqerê rapor kirine û gotine “Rêxistina cûdaxwaz KUK bi pêşmergên çekdar beşdarî mîtîngê bûye”. Li ser wê raporê li hemberî wan operasyonek pêk tê û çend kes tên girtin, pişt re wan birin girtîgeha Enqerê û li wir darizandin. Lê ev bûyer di nav gelê Kurd de bû sedema naskirin û girseybûna rexistinê.
Piştî jenosîda Enfal û Halebcê, Seyda ji ber helbestên xwe hat zîndankirin. Bi salan di zîndanan de zilm, zehmetî û îşkence dît.
Dilpet Jelî an Mele Şikrî di nav xebatên legal de cîh girt. Partiya Girseyî ya Demokratîk (DKP) ku di bin serokatiya Şerafettîn Elçî de hatibû damezrandin kar û xebatên rêxistînî kir. Piştî ev partî hat girtin di nav refên KADEP ê de kar û xebatên xwe domand.
Mele Şikrî Ekîncî ji êla Jelî ye û binemalek kurdewarer e. Temen û jiyana wî li ser rêgeha netewî, bi bîr û baweriya Kurdistanê derbas bû. Dilpet Jelî mirovekî helbestvan, nivîskar û lêkolîner bû. Heta niha çar pirtûkên wî çap bûne “Dîroka bîranîna şehîdan weyla licê weyla Licê, Pazendname, Xewna sibê Belîlaz, Kardukname” nivisîne. Ji bilî wan bi navê BOTÎNAME pirtûkek wî ya derheqê lêkolîna dîroka Kurdistanê de xebatek wî dom dikir.
Rûdaw