Mele Xelîl di sala 1754an li Hîzanê hatibû dinê. Ew endamê malbateka ku gelek alim û zana derxistibûn. Bavê wî Mele Hisen û kalê wî Mele Xalîd jî zanayên dînê Îslamê bûn.
Di salên xweyên biçûk de li cem bavê xwe dest bi hînbûna, Qur’anê kiriye. Li bavê xwe şunda li medreseyên din jî ders helgirt û îcazeta xwe ji medreseya Îmadiyê ji Mele Mehmûdê Bahdînî girt. Ji pê re wî meyl û şop da sofîtîyê kir û êntîsaba yek ji şêxên qedirîyê Şêx Ehmed Reşîd kir û di terîqetê de derbaza mertebeyên terîqetêyê pêşin bû. Ew li ser fiqih, hedîs û tefsîrê pêşve çû û li medreseyê Meydanê penc salan ders dan. Pê re koça hêlê Sêrtê kir. Wî dest bi nivisîna helbestan ji pê der xistina fermanekê bo birayî xwe Mele Îsmaîlê Hîzanî re dike. Wî di sala 1843an de wefat kir. Wî di jiyana xwe de gelek pirtûkên ku di medreseyên kurdan de dihatinî xwendin nivisîbûn[3][4].
Pirsên wî
Di mirova de hezkirina mal pir be xwîn rijandin û xirabî jî têde pir dibe.
Ger ku Tu xwestinê nefsa xwe bi cihneynî, ji helakbûnê jî xilas dibî.
Ji xizanîyê netirse, timatîyê bi comertiyê ve rake.
Hin berhemên wî
Xelîlê Sêrtî 24 an jî 25 pirtûk nivîsandine, 8 ji wan bi kurdî ne yên bi erebî ne.
- Tebsîret-ul-Qulûb
- Tefsîretu Axir Îla Sûretî-l-Kehf
- Mînhacû Sittet
- Tesîsu Qewa’îd-ul-‘Eqaîdî Kurdîye
- Dîyau Qelbî-l-‘Urûfî (menzûm)
- Şerhu Ela Menzûmetî-l-şattîbîyyetî Fît’tecwîd
- Mehsûl-ul-Mewahîbî
- Muxlis- Kîtabu Fî Usûlî-l-Fiqhî
- Kîtabu Fî Usûlî-l-Hedîs
- Zubdetu Ma Fîl Fetawa El-Hedîsîyye
- Muxteser
- Nebzetu Mîn-el-Mewahîb-îl-Medenîye
- Nehculenam Fîl ‘Eqaîdî (menzûm)
- Nehculenam Bî Luxet-îl-Kurdîye [5](menzûm)
- Şerhu Elel Qesîdet-îl-Mehzîye
- Rîsaletu Sexîr
- Îzhar-ul-‘Usûn
- El Qamûs-ul-Sanî
- Îsaxocî
- Rîsaletu Fîl-Mecazî Wel-Îstî’are
- Rîsaletu Fîl-Adab-îl Behsî Wel-Munazere (menzûm)
- Rîsaletu Fîl-We’zî
- El Mentûq-ul-Zumrûdîye (menzûm)
- Mewlûd (menzûm)
Çavkanî
- ↑ http://asosindex.com/journal-article-abstract?id=11521#.VMNxd4m9Kc0
- ↑ http://www.siirtliler.net/torunun-agzindan-molla-halil-es-siirdi-2105h.htm
- ↑ http://www.dogruhaber.com.tr/mobil/Haber.php?id=22004
- ↑ http://www.kitapavrupa.com/yazar/mele-xelile-serti/700303.html
- ↑ http://www.kitapyurdu.com/yazar/mele-xelile-serti/147361.html