Jiyana Ebas Ehmed

Ebas Ehmed (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Abbas Ahmad) di sala 1969an de li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Li Sûriyê perwerdehiya muzîkê wergirt.

Di 1990î de dest bi xebatên xwe yên muzîkê kir. Di navbera salên 1990 û 1996an de pênc albûmên amatorî weşand. 1996an koçberî Elmanyayê kir. Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê di gelek deverên Ewrûpayê konseran da. Pênc albûmên profesyonelî weşand. Keça Delal (1996), Deynek (1997), Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).

Ebas Ehmed yek jî hunermendê herî serkeftî ye ku şêweyên muzîka cîhanî lê muzîka kurdî guncandîye. Ebas Ehmed bi taybetî şêweyên pop-rockê ji bo di muzîka xwe de bi kar anî. Bi taybetî ciwanên bajarî yên kurdan ji berhemên wî hez dikin.

Albûm

  • Keça Delal (1996)
  • Deynek (1997)
  • Barana Tirsê (2000)
  • Mêvana Xewnê (2003)
  • Bi Tenê (2007)

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !