Jiyana Ehmed Ronîar

Jiyana Ehmed Ronîar

Di sala 1987’an de, li Batmanê ji dayik bûye. Lê wî her dem xwe Mêrdînî hesibandiye, ji ber ku gundê wan Huseyniyê berê bi ser Mêrdinê ve girêdayî bûye.

Ronîar demeke dirêj di kargeha hunerên ciwan, Soresorê ya Fewzî Bîlge de perwerdehiya hunerên şêwekariyê dîtiye û bi endamên vê kargehê re beşdarî pêşengehên hevbeş bûye û wî heya niha sê pêşengehên takekesî jî vekirine.
BERHEM:
Baran Ji Acizî Dibariya, Weşanên Belkî, 2006
Pevşabûnen Şîn, Weşanên Lîs, 2010

VEJÎN

têra tiştên ku jiyame nekiriye jiyana min
li pişta vî dîwarî dîmenên din
li pişta vî dîwarî deminên din ku hîn nehatine
carinan wekî bikaribî vebêjî
giran..
û nezan
bêdengî
ku bixwazim vebêjim jî jixwe wê dengê min dernebe
berdin! bila hilşînin peyvên min wateyên xwe
berdin! bila jinek kitana xwe bavêje

kîngê ku çavên xwe bişikênim
dişikêm jixwe di rûyê xwe de.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !