Ehmedê Bilûrvanê ji navçeya Karazê ta Diyarbekirê ye. Ji ciwaniya temenê xwe ve li de bilûr lêdaye û stran striyan ne. Ehmedê Bilûrvan, stranên li ser eşq û evîndariyê, mêrxasî û şerên giran hem striya ye û hem jî bi bi bilûrê lêdaye.
Radyoya Êrîvanê jî di jiyana Ehmedê Bilûrvan de cihekî cûda digire. Ehmedê Bilûrvan dibêje, me stranên hunermendên wekî Meryemxan, Egîdê Cimo, Kapapêtê Xaço û Eyşe Şan guhdar dikir û ji ber dikir.
Ehmedê Bilûrvan dibêje; Ermenekî bi navê Nişo li navçeya Sûra Diyarbekirê bilûr çêdikirin û hemû bilûrvanên herêmê ji hoste Nişo bilûr dikirîn lê min bi xwe ji çîqê bilûr çêdikirin. Ehmedê Bilûrvan dibêje, divê bêhna bilûrvanan bihêz be da ku bikaribe bi awayekî rîtmîk newayan derxîne. Li gorî, Bilûrvanê navdar pêwîst e bilûrvanan hay ji siheta xwe jî hebin û xwedî bêhnek bi sihet be.
Ehmedê Bilûrvan amaje dike ku nêzî 30 bilûran çêkiriye û belavî derdorê xwe kiriye lê tu kesê bilûrvanî nekiriye. Hosteyê bilûrê ji vê yekê xemgîn dibe û dibêje tevî extyariyê dixwazim ku kul û kederên li ser vê axê hatine jiyîn bi bilûrê vebêjim.
Ehmedê Bilûrvan ev bi salan e ku li herêma Diyarbekirê êş û keder, şahî û keyfxweşiyên kurdan bi newayên bilûrê tîne zimên.