Li bajarê Dêrikê ji dayik bûye, xwendina xweya serekî û navincî, li wir kiriye, li bajarê Qamişlo, peymangeha mamosteyan temam kiriye. Helbest û gotarê dinivîsîne û di malper û kovar û rojnameyên kurdî di weşîne. Di 2005an de damezrandina, Baxê Jinê Dêrikê kir.Herwiha yek ji damezrênerên koleya jinên kurd ên Sûrî ye û niha berpirsa yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê ye.
Di gelek vestîval û dîdarên rewşenbîrî li Kurdistanê û Tirkiyê û Imarat û Sûriyê beşdar bûye. Karê ragehandinê di ajans û dezgehên kurdî mina Kurdistan24, ajans û radiyoya Pyamnêr û ajansa BasNews de kiriye û li ser berdewam e.
Berhemên çapkirî:
Romana nivîskarê Ereb wergirê xelata Nopelê Necîb Mehfûz bo zimanê Kurdî çapa yekem Misir-Nîsan 2017
Hêviyên Dara Hinarê helbest bi kurdî weşanxaneya Avêsta Stenbol-2014
Fîxana pênûsên nazik lêkolîn di helbestên jinan de yên herçar parçeyên Kurdistanê weşanxaneya Ronahî Diyarbekir 2012
Karwanê Baranê helbest bi Erebî weşanxaneya El-Zeman Şam 2005 çapa yekem
Çapa duyem ji aliyê dezgeha Sema a rewşenbîrî 2006
Berhemên amadekirî bo cape:
Kîjan ronahiyê li xwe bikim – helbest bi Erebî -wergerandin bo Kurdî Dr. Arif Hîto
Gulberpjên min –helbest bi kurdî