Di sala 1932’yan de li gundê Gi’êd ê girêdayî bajarê Amûdê ji dêya xwe bûye. Di salên zaroktiyê de bi “êşa zirav” ket, ji lew re nikarîbû zû bi zû tevlî xwendinê bibe. Lê paşê li nik mele û seydayan feqetî kir.
Di qonaxa feqetiyê de dest bi xwendina helbestên Melayê Cizîrê û Seydayê Cegerxwîn kir. Di sala 1957’an de yekem helbesta xwe bi navê “Yarê Ji Xew Rabe” nivîsiye. Di geşta nivîskariya xwe de du berhevokên helbestan berhem dane. Di helbesta H. Ferîdê Cizîrê de evîn, pesinê ciwaniyê, welatperwerî û aştîxwazî hêmanên sereke ne. Di sala 1959’an de li bajarê Hisiçayê bi cih bûye û hetanî aniha hêj li wê derê ye.
Helbesteke Wî
Bûka Welat
Keça Kurdistan, îro dibistan
Bêdeng e kerr e, mîna goristan
Mamosteya rind, rewşa şar û gund
Sekîne nehat, xûşka serbilind
Mezin û biçûk, bûne pilûlûk
Kanî Sekîne, gelo bûye bûk
Dêrsim keça te, şêra xebat e
Serê te hilda, bûka welat e
Li Mûş û Mêrdîn, Qoser, Nisêbîn
Li Wan û Amed, dida tekoşîn
Dibû şoreşgêr, rahişt tevir û bêr
Ger şêr e, şêr e, çi jin û çi mêr
Çêlya pilingê, rahişt tivingê
Himêz kir welat keça zivigê
Dijminê xûnrêj, demek pir dirêj
Xiste zindanê, xûşka Gelawêj
Tirsokê kedxwer, dest datanî ser
Canê pak kutan, her ro ketûber
Xebata jinê, xiste rû dinê
Em ji bîr nakin, heya mirinê
Paşê bû şehîd, hevala Egîd
Serê xwe danî, cem yê Şêx Seîd
Xûşka te Fatê, dakat xebatê
Tola te hilda, nêva civatê
Nemir Sakîne, namre Sekîne
Pêta xebatê, her dem dimîne