Helbestvan Dilbirîn Mihemed Di sala 1946’ê de, li gundê Çaxir Bazar hatiye dunyayê. Çend salên pêşîn ji xwendina xwe li dibistanên gundewarê Amûdê qendandiye.
Di temenekî mezin de berê xwe daye fêrbûna zimanê dayîkê, da ku di 1975’ê de bi awayekî fermî bi Kurdî binivîse.
Dilbirîn Mihemed herî zêde helbestê dinivîse û gelek helbest û nivîsên wî di rojname û kovarên Kurdî de hatine çapkirin.
Bi awayekî spehî û qeşeng, pesnê evîna xwe di malikên helbestê de vedibêje. Di hundirê helbestên wî de bedewiya welêt dixuye, her wiha bilindahiya bejna serwerên Kurd diyar dibe.
Dîwaneke wî ya helbestan bi navê “Pêlê Evînê Sote Dil” heye.
Helbesteke wî
EZ EVÎNDAR IM
Ez li vir yarê li malê
Lê dinêrin herdû çav
Ne mi hilbesten nivîsî
Min bi xwîna cerg û dil
Eşq û evîna wê sotim
Dil kiriye têtê agir
Nema min sebr û aramî
Ku nebînim por zerê
Ez ketim derya evînê
Serxweş gerdem dibim
Dîmen û reng û kilîşê wê
Pisotî cerg û dil..
Ger çiqa dûrî ji min tu
Her dinerin her dû çav
Aşiqê bejn û balê me
Çav û wan birhê zirav
Gerden û anî ji almaz
Dev û lêvên erxewan
Ez ketim salox û pirsê
Ma li kê bikme hewar?
Min dixest ez herme balê
Wê bibînim carekê
Ku himêzkim bejn û balê
Jê bixwazim maçekê
Şev û roj ez tême sotin
Xew bi çavan nakevî
Bûye çend sal ku dinalim
Êş û janê daye dil
Lê çima dengê min nakî
Dil bûye wekî kevir
Soz û peymanê te kanî?
Kanî ew soza li wir
Ma nayê bîra te yarê
Ew kêf û densa li vir
Çend gez û qurniç min dabû
Ji wan dêmên tey bedew
Lê di bîra xwe de bîne
Wê roja cejna mezin
Çend kas û şûşe vexwarin
Min ji destê meyderê
Serxweş û bêhiş kirim wê
Dil ji min bir ku derê?
Ma ez ê çawa nezorim
Janê daye kezebê
Ger bibe kuştin û ferman
Her zê bêjim dilberê
Min bidin ber şûr û kêra
Dil ji te qet nagerê
Dilbirîn bes xwe bisojî
Bi ar û pêtç por zerê
Ger dixwazî bike himbêz
Mal û can deyne berê.