Jiyana Samî Tan

Samî Tan lêkolîner û nivîskar e.

Samî Tan di sala 1965’an de li gundê bi navê Axçelî yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve hatiye cîhanê. Lê di nasnameyê de ev agahî bi awayekî din in. Samî Tanî dibistana seretayî, navincî û amadehî li Mêrsînê kuta kiriye. Piştre li Zanîngeha Boğaziçiyê ya Stembolê beşa dîrokê xwendiye, lê nebiriye serî. Niha li Zanîngeha Stembolê Beşa Ziman û Wêjeya Farisî û Beşa Zimanzaniyê bi hev re dixwîne.

Di sala 1993’yan de li Rojnameya Welat dest bi xebatê kiriye. Her wiha di rojnameyên mîna Welat, Welatê Me, Özgür Ülke, Dicle Haber Ajansı û Azadiya Welat de wekî edîtor, berpirsê karên nivîsaran û gerînendeyê giştî xebitiye. Du dewreyan serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kiriye. Di sala 2015an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir.

Berhem

  • Waneyên Rêzimanê Kurmancî, Weşanên Welat
  • Beranê Enîbeş, Weşanên Welat
  • Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî
  • Tevî Ronayî Onen Seta fêrkirina kurdî Hînker û tevî Maşallah Dekak namilkeyek der barê nûçegihaniyê de amade kiriye.
  • Rêzimana Kurmancî

Her wiha nivîsên wî ji bilî van weşanan di Kovara Zend, Jiyana Rewşen, Avaşîn de hatine weşandin. Wî ligel Zana Farqînî û Hasan Kaya namilkeyek bi navê Em Zimanê Xwe Binasinamade kiriye.

Werger

  • Manîfestoya Komunîst,Friedrich Engels, Karl Marx, Yordam Kitap, 2011

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !