Hozan Bawer

Jiyana Hozan Bawer

Hozan Bawer behsa jiyan û xebatên xwe wiha vedibêje:

Di sala 1987 de li gundê Srong ku girêdayî navenda Mûşê ye di nav deşta Mûşê da ye ji navendê 25 km dûre ez li wê gundê bûme…

Dibistana sereke û dibistana navîn min li gundê xwe,dibistana bilind li Mûşê xwend . Piştî xwendin wek her ciwanek kurd min berê xwe da Stenbolê, di karê tekstil inşaat û gelek karên din jî min kir. Ji zaroktîya xwe û di dema dibistanê hetanî demên din di her cimaetê da bi mîn kilam û stran didana gotin yanî digotin tu deng xweş î piştî van gotinên godarwanan êdî min jî xwe di bin ber pirsîyarîyê de hesiband û min biryara berhemek çêkirinê da di sala 2010 de strana min a ku gotin û muzîk yê min bû.

Xebata min a yê yekem strana birîndar im em derketin pêşiya gel piştî vê kilamê me berhemek derxist bi navê birîndar im û were di vê berhemê da 8 stran hebû; brindarım,were, gulazer,Dîlber, Zîlan, gotin u muzîk yê min e,dîsa di vê berhemê da du stranên gelêrî û kilamek dengbêjê nemir yê apê RESO kilama xemê min xwend…

Piştî vê berhemê gelek kilamên din û klîbên din me kêşand û hêj jî di xizmeta muzîka kurdî da ne li Stenbolê dijîm u tim jiyan bi muzîkê ra tevlê hev bûye wek ku mamoste aydin dibêje stran jiyan e.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !