Di sala 1987an de dema kû Mistê li Şaxê hate li ser ruyê dinê , zêdetir gotinê bi devî li nav wêje ya Kurdî de pêşketî bun. Gewrîya Behdînanîyan mîna çiyayê Behdînanê li nav hev de nizm û bilind , şibê stranê bi xulxulandinê bi dengekî sed reng li cudatîya xwe afirandi bûn.
Mistê , li bin sîya dengê bavpîrê xweyî Hecî Mistê de mezin bu. Bi rastî Mistê negihîştibe bavpîrê xwe Hecî Mistê jî; çawa guhên wî têgîhiştine, deng çiye, stran û lawjeyên bavpîrê xwe bihîstin… Li ber vê yekê Mistê derheqê destpêka xwe ya muzîkê de wiha dibêje: ” Li herêma me, Serhedî an jî Behdînanî dengbêjên giranbiha pêşketine… Malbata min de li piştî bavpîrê min kesî bi pisporî dengbêjî berdewam nekir. Ger min dest muzîkê ne kira ba , bi sedan , hezaran stran û lawjeyên bavpîrê min yê li nav pelên dîrokê de berze bibuna. Li ber vê yekê ez dibejim kû sedema min eve. Ez dengê bavpîrê xwe me…”
Li deverên Kurdistanê din tenê dibêjin stran an jî klam. Behdînanê dehan nav gotinan tên kirin. Lawje, eyhok, şeşbendî, xulxulandin, payîzok, pîrepayîzok… Li vana çend hebin. Goreyî mijaran,nav jî tên guhurandin. Mistê, li nava vê dewlemendîyê de mezin bu û dengê wî pêşket . Bilî vê , devera şaxê nêzî dengbêjîya Serhedê jî ye. Li ber vê yekê Mistê di rexî Hecî Mistê,Mihemed Arif Cizrawî , Îsa Berwarî, Kawîs Axa de Reso, Şakiro, Hiseyno û dengbêjên li her herêman jî piçukatîya xwe li vir de naskirin û guhdarkirin…
Mistê , çendî navneteveyîbuna muzîkê bawer be jî; dixwaze kû li ser herêma Behdînanê bilind bibe û herêma Behdînanê zêdetir bê naskirin … Li ber vê yekê Mistê zêdetir wê bi formê li herêma xwe ve derê li pêş civatê…
Bernamegeh / bernamegeh@gmail.com