Kerîm Şêxo sala 1980’î li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hatiye dinyayê. Ji ber heskirina wî ya mûzîkê, di temenekî piçûk de tevlî xebata hunerê dibe.
Sala 1996’an stirana xwe ya yekê li ser dayîkê derdixe. Ji ber ku di wê serdemê de weke niha derfet nînin ku hunermendên Kurd karê xwe pêş bixin, ji hêla rejima Sûriyê ve gelek zehmetiyan dikişîne. Di 2002’yan de Kerîm malbata hunermend Mihemed Şêxo nas dike û ji milê xebata mûzîkê ve ji wan sûdê digire. Şêxo di sala 2003’yan de albûma xwe ya yekê bi navê “Her Bihar” tomar dike.