Jiyana Şêxo Fîlîk

Jiyana Şêxo Fîlîk

Nivîskar û wergêr.

Di sala 1982’yan de li Semsûrê ji dayîk bûye. Beşa mamosteyîya seretayî qedandîye. Nivîs û wergerine wî di hin kovar û rojnameyên bi Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Niha di gel karê mamosteyîyê li Zankoya Gaziantepê di Beşa Hiqûqê de bi xwendina xwe berdewam e.

Berhemên wî:

Kurteçîrok:

Hebanoka Çîrçîrokan, Weşanên Şarevanîya Batmanê, 2013

Bêbavî, Weşanên Avesta, 2015

Werger:

Biraz Dolaşacağım (Ez ê Piçekî Bigerim), bijarteya kurteçîrokên nûjen ên ji Kurdî bo Tirkî wergerandî, Weşanên Can, 2016

Xelatên ku wî wergirtine:

Xelata Mansîyonê ya Pêşbazîya Çîrokan a Abdullah Duran

Xelata Duyemînîyê ya Pêşbazîya Çîrok û Helbestan a Hüseyin Çelebi

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !