koçer

Jiyana Koçer Yılmazer

Koçer di sala 1967an de li Silivanê, Farqînê ji dayik bûye, wî Liseyê ji derva dixwîne û li Stenbolê di Akademiya Hunerê  de li ser muzîka teknolojiyê perwerde bûye. Dîsa li heman Akademiyê li ser fotografkêşî û sînemayê jî wî perwerdeya xwe domand.

Wî di sala 1990î de albuma xwe ya pêşî ya muzîkê Rêwiyên Azadiyê qeyd û bela kir. Ji wê rojê heta niha yazdeh (11) albumên minî muzîkê hene ku wî û Çetin Hoca bi hev re albuma Payîzê qeyd dikin û Çil Siwarên Xeyal Firoş wî bi serê xwe tomar dike.

Di sala 2004 de ji bo Televizyonek biyanî li ser dokumanteriya Mewlana dixebite. Hem derhêneriya wênesaziya dokumantarê û hem derhêneriya muzîka wê bi hev re dimeşîne. Ji sala 2005an heta sala 2016an wek derhênerê dokumantarî-belgefilmê ji bo Televizyonek biyanî dixebite. Ew hem
derhêner û hem jî derhênerê wênesazîyê bû û bi ser de, montaja xebatan jî bixwe çêdikir.

Ji 1992yan û bi vir de ew xwediyê şîrketa produksiyonê ye, wî heta niha zêdetirî 200 album ji gelek hunermendan re qeyd û belav kiriye. Wî derhêneriya wan û grafik û prodoktoriya wan bi hev re meşandine.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !