Evdile Koçer (z. 1977 li Sêrtê), nivîskarekî kurd e.
Evdile Koçer di sala 1977’an de li gundekî Sêrtê hatiye dinyayê. Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt.
Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin. Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek zimanan.
Pirtûkên wî
- Govendistan, Mîzah, Weşanên Pêrî, Gulan 2002, Stenbol, 136 rûpel, ISBN 975-8245-62-7
- Mirin, Çîrok, Weşanên Aram, Cotmeh 2006, Stenbol, 79 rûpel, ISBN 9944-581-171-2
- Koçername, Mîzah, Weşanên Do, çile 2009, Stenbol, 128 rûpel, ISBN 9944-10861-8
- Pêlava Birîndar, Çîrok, Weşanên Han, îlon 2010, Berlîn, 72 rûpel, ISBN 978-94040997-20-03
- Koçerbêj, Ceribandin, Weşanên Ar, Adar 2013, Stenbol, 88 rûpel, ISBN 978-605-63699-8-8