Di sala 1958 an de li gundê Şidliyê, nahiya Araratê li Ermenistanê hatiye dinê. Dîrokzan, Kurdolog, rojnamevan û çavdêrê siyasî ye. Di sala1979an de li Lenîngradê dibistana leşkerî û sîyasî ya Parastina hewayî xelas kiriye. Salê 1979 heta 2000a di Artêşa Sor de wezifeyên cûrbecûr pêk anîne Mîralayê li teqaudê ye.Sala 1993yan de li Enstîtûya Zanistiya siyasetê û birêvebirina civakî dîploma di asta herî bilind stendiye. Sala 1997a de mastira leşkeriye bi dawî kiriye.
Di sala 2003yan de bi dereceya herî bilind mastira Enstîtûya hewayî li Moskovayê qedandiye.
Kovara bi navê “Dostanî” salên (2000-2003, de li Moskovayê wek redaktorê sereke xebitiye û redektoriya malpera www.kurdist.ru dike. Memmed Letif her wiha miralayê teqawidbûyî ye, a niha malpereke bi navê www.kurdist.ru bi rêve dibe.
Endamê Yekitiya rojnamevanên Rusyayê û endamê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî ye.
Ew niviskarê gelek gotarên derbarê dîroka Kurdan da ye. A niha pirtûka xwe derbarê dîroka qedîm ya Kurdistanê ji bo weşanê amade dike.
Çavkanî: Yucel Aslan