Jiyana Mahmûd Lewendî

Mahmûd Lewendî nivîskar û wergêrê kurd e.

Lewendî di 1954an de li hêla Diyarbekirê li herêma Qerejdaxê ji dayik bûye. Heta unîversîteyê li Diyarbekirê xwendiye. Li zanîngeha Diyarbekirê beşê biyolojiyê temam kiriye. Piştî 1980ê yî ji ber darbeya leşkerî ya li Tirkiyê derketiye derveyî welat. Nuha li Swêdê dimîne.

Wî di amadekirina gelek kovar û rojnameyên kurdan de cih girtiye, wek: Hêvî (1980), Armanc (1979), Hêlîn (1982), Hêvî (parîs, 1983), Berbang, Kulîlk, Rojname, Mîrkut, Çira, wan, Dîdar, Çarçira, Realîte û hin gelekên din.

Berhem

  • Rojnamegeriya kurdî cild 1
  • rojnamegeriya kurdî cild 2 (li gel Malmîsanij)
  • Computera ber dilê min
  • Mala Xwedê
  • Derguşa Nasnameyê (li gel H. Diljen, R.Kerîm, A, Yusif)
  • Ansîklopediya zarokan (li gel A. Tigris, H. Metê)
  • Nêzîkî 22 pirtûkên zarokan ji swêdî wergerandiye kurdî.

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !