Jiyana Seydayê Keleş

Seydayê Keleş (z. 1930 − m. 2007), helbestvanekî kurd e.

Seydayê Keleş ango bi navê xwe yê din Hesen Mihemed an Mele Hisênê Bizgûrî di sala 1930’î de li gundê Bizgûrê yê Mêrdînê ji dayik bûye. Di 6 saliya temenê xwe de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî diçe Binxetê. Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina dînî kiriye, di sala 1945’an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina kurdî kiriye û dan û standinên wî bi rewşenbîrên wê hingê re çêdibin wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî û Seydayê Tîrêj û bi wan re dest bi hunandina helbestê dike. Ji ber ku wî ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû û gelek cûreyên kar û xebatê ji bo bidestxistina pariyê nanê xwe û zarokên xwe kiribûn; ji cotkariyê, şivantiyê, palayiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrîşî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike, û li dor rewşa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re hawar kiriye.

Seydayê Keleş xwedî 8 dîwanên helbesta ye. Wî herweha di çapemeniya kurdî de komek ji meqalên wêjeyî nivîsandine.

Berhemên wî

Dîwanên çapkirî

  • Em û Dijmin
  • Rêka Gel, Dîwana 2.
  • Derdê Millet, Dîwana 3, 1993.
  • Ronahî
  • Xebat
  • Gotinên Pêşiyan

Yên destnivîs

  • Helebçe (Dîwan)
  • Berbang (Dîwan)
  • Baxistan (Dîwan)
  • Bîranînên Min (Bîranîn)

Seydayê Keleş piştî nexweşiyeke dirêj di 18’ê pûşperê di 77 saliya xwe de li mala xwe ya li Qamişloyê çû ser dilovaniya xwe û li Qamişloyê li goristana Qudûr Beg hate veşartin.

Keleş di nav helbestvanên Başûrê Rojavaya Kurdistanê de yek ji helbestvanên naskirî bû. Wî di 19’ê berfanbara sala 2002’yan de yekemîn Xelata Seydayê Cegerxwîn stand. Di sala 2001’ê de wî xelata Mîhrîcana Helbesta Kurdî li Sûriyeyê ya Nehemîn stand. Seydayê Keleş herweha di nav siyaseta kurdî de çalak bû. Vê dawiyê ew bûbû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Suriyê.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !