Mehmet Oncu

Jiyana Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, Lêkolîner, Helbestkar û Wêjevan, di sala 1983 de, li bajarê Semsûrê (Adiyaman) di wezareta perwerdeyê de, weke mehmûr dest bi kar kirî ye.

Mehmet Oncu di 1983’an vir de, li ser folklora Kurdî (Bı taybeti lı ser Kurmanci) xebat kiriye û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsarên wî yên li ser folklora Kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Çirûsk, Jiyana Rewşen, Kovara W, Tîroj û Dilopê de weşiyane.

Mehmet Oncu û Hevalên xwe ên weke Mehmet Akar, Welat Dilken, Zekî Akdax, Şêxo Fîlîk û hîn gelekên din li Semsûrê rojnameyek bi navê “Semsûr” derxistin. Rojnameya ku bi kurdî û tirkî weşan dikir de, demekê jî di di quncikê xwe yê bi navê “Kenêrk” de li ser folklor û zargotina Kurdan nivîsî. Niviskarê ku di sala 2017 de, ji wezareta çand û geştiyariyê malnîşînbûyî, zewicî, bavê du keç û kurekî ye. Nivîskarê ku di hima her mijarê de berhemên cûrbecur nivîsandine, berhemên wî yê ku hatî çapkirin, wek yên li jêr in.

BERHEM:

1. Çîrokên Kurdan-I, (Zargotin), Weşanên Doz-2006
2. Çîrokên Kurdan-II (Zargotin), Weşanên Doz-2007
3. Gotinên Pêşiyan- (Ferheng)-Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê-2009.
4. Mêhrîmah, (Helbest) -Weşanên, J&J- 2011
5. Ezîze, (Helbest)- Weşanên J&J- 2011
6. Eware, (Helbest)- Weşanên- J&J-2011
7. Yeklo Duklo Dumbazê, (Zargotin), Weşanên J&J-2013
8. Dengbêj û Dengbêjî (Gotar) Antolojiya Dengbêjan, Şaredariya Mezin a Amedê-2013
9. Meyîr, Çanda Pêjingeha Herêma Amedê-(Folklor)-Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê-2013
10. Cemîle, Çanda Pêjingeha Herêma Semsûrê-(Folklor)-Weqfa Danasîna Adiyamanê-2014
11. Çîrokên Efsaneyî yên Kurdan, (Zargotin)- Weşanên Nûbihar- 2014
12. 101 Biwêj 101 Çîrok, (Zargotin), Avesta-2015
13. Ferhenga Biwêjan, (Ferheng)- Weşanên Sîtav-2016
14. Çarîne (Ji Kaniya Dil), (Helbest), Weşanên Sîtav-2016
15. Ji Deftera Kurdekî, (Aforîzma), Weşanên Sîtav-2016
16. Şihîna hespên azad-(Roman)-Weşanên Sîtav-2017
17. Tiştanokên Kurdî, (Zargotin), Weşanên Dara-2017
18. 101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok-(Zargotin)- Nûbihar-2018
19. Serhatî û Serboriyên Kurdan-(Zargotin)-Weşanên Sîtav-2019
20. Guldesteyek Ji Pêkenokên Gelêrî, -(Zargotin)-Weşanên Sîtav-2019
21. Kulîlk û Şikevlatû (Fablên Kurdî), -(Zargotin)-Weşanên Sîtav-2019
22. Ferhenga Devoka Hereêma Semsûrê-(Ferheng)-Weşanên Sîtav-2019
23. Di Gotinên Pêşiyan de Jin-(Zargotin)-Weşanên Sîtav-2020
24. Baba Îshaq (Roman) Weşanên Sîtav- 2020
25. Gotinên Pêşiyan (Senîfandin – şirove – Ferheng) (Zargoyin) Weşanên Sîtav 2020 (Berhem ji 4 bergan pêkhatiye)
26. Eskî Kûrt Tarîhî (Werger) Weşanên Sîtav- 2020

https://www.bernamegeh.org/2020/11/14/helbesten-mehmet-oncu/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !