Di sala 1972’yan de li Amedê ji dayik dibe. Heta zanîngehê perwerdeya xwe li Amedê didomîne. Zanîngeha Anadoluyê ji ber şertên polîtîk nivco dihêle.
Di rojnameyên Newroz, Azadî, Welat, Evrensel, Roj û di kovarên Newroz, Deng, Toplumsal Dayanişma, Rewşen, Newroz Ateşi û Tîroj de helbest û nivîsên wî hatin weşandin. Di vê navberê de, him di şanoya şaredariya Amedê de şanogeriyê, him jî berpirsiyariya Kovara rojnameya Newrozê ya şaxa Amedê dike.
Di sala 1994’an de ji ber nivîsên xwe yên rojnameyê tê girtin û di girtîgeha Amedê de, 5 mehan dimîne. Di sala 1997’an de lîstika wî ya ku ji Pirtûka Victor Hugo ya bi navê “Hejaran” hatibû honandin di Şanoya Bajêr ya Şaredariya Sûrê de leyîst.
Di vê navberê de leyîstikên Jana Zirav (2003), Hilbijartin (2004), Wendayî (2005) û Zagona Çiyê (2006), Şûjin (2008) Zext (2011) dinivîsîne û rêvebiriyê li lîstikên bi navê Wendayî, Zagona Çiya, Jana Zirav dike. Di sala 1999’an de dest bi karê sînemayê dike. Ji wê rojê ve derhênerî û nivîskariya sinemayê dike. Bi navê “Melle Huznî/ Dîkê Gund” (2002) û “Jana Zirav” (2005) derhêneriya du fîlmî dike.
Di navbera salên 1997 – 2014’an de bi wergera Mizgînî (Incîl) û Kitêba Piroz (Tewrat, Zebûr, Nivîsên Peyxamberan û Incîl) mijûl dibe. Incîl di sala 1998’an de li Germenîstanê, 2005’an de li Tirkiyê û di sala 2014’an de li Rûsyayê tê çapkirin. Kitêba Pîroz jî di dîrokê de cara yekemîn bi Kurdî di sala 2002, 2009, 2012 û 2018’an de li Germenîstanê, paşê jî di sala 2012’an de li Tirkiyê tê çapkirin.
Ji ber mercên Tirkiye yên awarte di sibata 2017’an de ji karê xwe tê dûrxistin û di tîrmeha 2017’an de bi rêya KHK (Biryarnameya Zagonî ye) ji kar tê avêtin. Hê li Amedê dijî, bavê Zîlan û Bedirxan e, bi wergeran debara xwe peyda dike.
BERHEM:
Helbestên Welatê Bindest, Helbest, Weşanên Pelê Sor, 1992 Stenbol
Stranên Azadî, Helbest, Weşanên Pelê Sor, 1994 Stenbol
Gule Çi Bike Ji Stranan, Werger, Weşanên Pelê Sor, 1996 Stenbol
Mizgînî /Incîl, Werger, Weşanên GBV Germenîstan, 1998
2005 Weşanên GDK Turkiye, 2014 Weşanên CLV Rûsya
Kitêba Pîroz, Werger, 2002, 2009, 2012 û 2018 (4 carî çap bû)
Weşanên GBV Germenîstan, 2006 Weşanên GDK Turkiye, 2014 Weşanên CLV Rûsya
Lîstikên wî yên ku hatine leyîstin:
Hejaran, 1996
Yoksul Türküler, 1997
Jana Zirav, 2003
Hilbijartin, 2004
Wendayî/Kayip, 2005
Zagona Çiyê, 2006
Şûjin, 2008
Zext, 2011