Mehmet Sait Arzu

Jiyana Mehmet Saît Arzû

Di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xa­na Axpar (Çinar)a Amedê ji dayik bû. Dibistan li gun­dê Xirbizilê û li navçeya Xana Axpar xwend. Di dû re li zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber sedemên polîtîk demekî kin di zindanê de ma. Pişt re li zanîngeha Gaziyê, di beşa Felsefê de lîsansa bilind kuta kir.

Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîngehê de tevlî hevalên xwe di na­va karê kovara Kizilirmak de cih girt û edîtoriya ko­varê kir. Di çapameniya azad de di beşa înternetê de çend nivîsên wî hatin weşandin. Ji dawiya salên nodî pê ve bêtir li ser zimanê Kurdî têkildar bû. Demek dirêje di nava hevalên xwe yên wêjehez de xebatên zimanê Kurdî dike û bêtir jî li ser helbesta Kurdî hûr û kûr dibe. Di heman demê de helbestên xwe û yê gelek heslbestvanên din bideng dike (dixwîne) û li ser medya civakî di weşîne.

Niha li dibistanê taybet dixebite û li Amed ê dijî.

 

BERHEM:

* Bir Daha, Helbest, Weşanên J&J, 2016 – Amed

* Çokeşli Evlilik, Lêkolîn, Weşanên J&J, 2016 – Amed

* Banga Bêdengiyê, Helbest, Weşanên J&J, 2019 – Amed

* Bîra Helbestê I  Robozik, Helbest, Weşanên J&J, 2019 – Amed

* Bîra Helbestê II Helebçe, Helbest, Weşanên J&J, 2020 – Amed

* Bîra Helbestê III Şingal, Helbest, Weşanên J&J, 2020 – Amed

https://www.bernamegeh.org/2020/10/04/helbesten-mehmet-sait-arzu/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !