Serdar KÖMÜRCÜ, di sala 1986’an li gundê bi navê “Germik’a Jor” kû girêdayî navçeya Dêrik A Çîyayê Mazî’ye û ji xwe girêdayî bajarê Mêrdîn’ê ye ji dîya xwe welidî. Dibistana seretayî li “Germik’a Jor” xwend. Dûre jî dibistana navîn li gundê bi navê xwe “Tilbisim” berdewam kir.
Lîse li Dêrik A Çîyayê Mazî xwend û şûnde, ezmûn derbas kir û Zenîngeh’a Mêrsîn Mamostetîya Kombersê (Kompûter) xwend, bi ser ket û xelas kir. Li navçeya Dêrikê çar sala mamostetî bi kar anît. 2016’de ji karê xwe hat dûrxistin û dûre jî sala 2017’de sirgunî anatolîya navîn, AQSARAY’ê bû. Niha jî li Amed navçeya wê Bismil (Bîstmal) karê xweyî mamostetîyê berdewam dike.
Xelat û xebatên wî:
(2021)PÊŞBAZÎYA XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KÛRT A 11. di qada Kurdî de çîroka wî ya bi navê “ŞIBAKE” ji terefê desteya hilbijêr hêjayî xelatê hat dîtin û xelat sitend.
Di rûpela medyaya civakîde jî ê bi navê Bernamegeh, Mezopotamya Yazarlar Derneği de helbestên wî çap dibe. Di nava nivîskarên MYD’ê de bi hevra bi navê” ANTOLOJİYA ÇÎROKÊN MEZOPOTAMYAYÊ-Mezopotamya Öyküleri Antolojisi” pirtûkek amade kirin û çap kirin. Di vê pirtûkê de çîrokek wî jî cîh girt. Dî nava nivîskarê MYD’ê de bi wan re kovara “DEPTER’ê” jî derdixin.
Pirtûkê wî yên çap bûyî:
-2016’de “JAN” Gece kitaplığı
-2017’de “GÜVERCİNİN GÖZYAŞLARI” Na Yayınları-Weşanên Na
-2018’de “SEYİTHAN” Na yayınları-Weşanên Na
-2019’de “ÇÎROKÊN WELÊT” J&J Yayınları-Weşanên J&J
-2021’de “SEYİTHAN Kurtlara Karşı” Na yayınları-Weşanên Na
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com