Di helbestên xwe de bi nasnavê Hadî bi kar anîye. Ji wê sedemê ji dîwana wî re ‘Dîwana Hadî’ tê gotin.
Navê wî yê rastî Mihemed e. Kurê Sibxetullahê kurê Resul Paşayê Rewandizî ye. Resûl Paşa jî wekî tête zanîn, birayê Mîrê Soran Mihemed Paşa ye. Ew jî nasnavê Mîrê Kerê tête nasin. Dîroka ji dayîka xwe bûn bi temamî, ne eşkere ye. Lê gor lêkolînan meriv dikare bêje ku, ew di sala 1860an de ji dayîka xwe bûye. Di sala 1912yan de jî çûye ser rehma Xwedê.1
“Seydayê Liceyî di zanînên şer’î de pêşkeftî bû û îcaza melatiyê jî standbû. Her çende wî nasnavê xwe di şê’re de kiribû ‘Hadî’ jî belê ew di nav xelkê deverê hemûyê bi nasnavê ‘Seyda’ dihate nasîn. Ew di sofîtiyê de seyda ji dûkeftiyên rêbaza Neqşebendî bû wêk ji xelîfên Şêx Ebdulqadirê Hezanî bû û ji ber ku Şêxê Hezanî kartêkirineka mezin li ser seydayê Liceyî hebû wekî ji dîwana wî diyar dibe.”2
Berhema wî ya mezin dîwane. Li ser îlmê tecwîdê jî pirtukeke xwe piçûk heye. Di dîwana xwe de bi çar zimanan helbestên xwe gotine. Bi tirkî, erebî, farisî û kurdî. Mele, ji wan zimanan de hîn pir bi zimanê kurdî û taybetî jî bi zaraveya kurmancî helbestên xwe nivîsandiye.
“Mela Mihemed Cemîl Seyda nevîyê Seydayê Liceyî eşkere dike ku bapîrê wî Mela Mihemedê Liceyî jimareke nivîsîn û berhemên cuda cuda di babetên dînî de hebûn. Piştî serhildana Şêx Seîd di sala 1925 ev nivîsîn jî wekî gelek berhemên din ên zanayên kurd hatine sotin û bi tenê du berhemên wî parastî ew jî: Kitêbeke biçûk bi zimanê kurdî li dor ilmê tecwîdî û Dîwan.”3
Mela Mihemedê Liceyî, sedema ku xelîfeyî Şêx Ebdulqadirê Hezanî bû, şêxê rêbaza Neqşebendî bû, wî jî wekî helbestvanên wêjeya klasik yên kurd biwêjên tesewûfê di helbestên xwe de bi kar anîye.
Çavkani:
1Doskî, Tehsîn Îbrahîm (Amd.), Dîwana Hadî, Mela Mihemedê Liceyî, Weşanên Nûbihar, Stenbol
2012, r. 14-17.
2Doskî, h.b., r.18.
3Doskî, h.b., r.21.
Hüseyin Koyuncu.