Mela Mudrikê Godişkî, di sala 1943yan de li gundekî Tetwanê bi navê Şikranîsê hatiye dinayayê. Bavê wî Mela Nûrullahê Godişkî jî helbestvanekî gelekî girîng e. Mela Mudrik li gundên Tetwanê yên wek Kizwak û Reşadiye li cem bavê xwe xwendiye. Piştî leşkeriyê çar salan îmametiya fexrî kiriye. Piştre wwendingeha îmam xetîbê ji derve xilas kiriye.
Piştre li Tetwanê li nexweşnxaneya sîgortayê wek memûr xebitiye. Di sala 2005an de malnişîn bûye. Mela Mudrik niha li Tetwanê jiyana xwe didomîne. Mela Mudrik, bi qasî 25-30 heb helbest nivîsîne. Helbestên wî ji aliyê kêş,
qafiye û redîfê ve, her weha ji aliyê uslûb û bikaranîna mezmûnên klasîk ve gelekî serkeftî ne. Helbestên wî ji aliyê mijaran ve jî gelekî dewlemend in. Mela Mudrik, di mijarên evîndarî, tesewifî, neteweyî, dînî û hwd. de helbest nivîsîne.
Di nav helbestên wî de munacatên derheqê lavahiya ji Xwedê, ne’tên li ser Cenabê Pêxember, şikayeta ji felekê (bêfaydebûna dinyayê ji emrê însanî re), mersiyeyên l i s er Ş êx A sim, Ş êx Xalid û Şêx Mezherê Oxînî, herweha
mersiyeyên li ser Mela Mihyedîn û li ser bavê wî Mela Nûrulah û helbestek li ser erdheja Wanê jî cih digirin.(1)
Çavkanî:
1- Jêder: Mela Mudrikê Godişkî, 05.07.2014, Tetwan.
Abdurrahman Adak / HELBESTVANÊN KLASÎK JI PERSPEKTÎFA HERÊMÎ: NIMÛNEYA HERÊMA BEDLÎSÊ.