Mela Nezîrê Bedewî

Jiyana Mela Nezîrê Bedewî

Li gundê Ezîmê ku li der û dora Kerboranê ye hatiye dinyayê. Navê bavê wî Şêx Mihemed Zahir e. Di malbata wî de faqî û şêx pir bûn. Kalê wî jî Şêx Mistefayê Bedewî bû. Di zarokatiya xwe de dest bi medresê kiriye û îcaza xwe ji Şêx Îbrahîm Heqî girtiye. Di sala 1982yan de li gundê Sêgiranê çûye ser dilovaniya Xwedê.1

Mela Nezîrê Bedewî, erebî û tirkî jî dizanibû û bi her sê zimanan jî helbestên xwe nivîsandin. Dîwana xwe bi zimanên kurmancî û erebî nivîsandiye.

Li ser helbestên wî agahî kêm in. Di helbestê xwe de bi piranî, bi nasnavê ‘Dahî’ nivîsandiye. Mexlesên ‘Torî, Feqîr û Nezîr’ jî bi kar anîye.

Di dîwana wî de 129 helbest hene. Ji wan 129 helbestan yek bi tirkî ye. Ji bilî dîwana kurdî dîwaneke Mela Nezîrê Bedewî ya bi zimanê erebî jî heye.

1Doskî, Tehsîn Îbrahîm(Amd.), Dîwana Dahî, Mela Nezîrê Bedewî, Weş. Nûbihar, Stenbol 2012, r.17.

Hüseyin Koyuncu.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !