Mele Mehmûdê Yûsifî kurê Mela Mistefayê kurê Mela Reşîdê kurê Hecî Mistefayê Kurê Yasînê Kurê Şêx Yûsifê Kurê Şêxoyê Berwarî ye. Ew li sala 1329an mişextî û sala 1929an zayînî hatiye dinyayê.
Bapîrê wî Şêx Yûsif xelkê gundê Kêsteyê ku yek ji gundên dewera Berwariya Bala ye bûye û ew di dewrên di sala 1843yan de ji aliyê Bedirxan Beg ve bûye hakimê dewera Zaxoyê.
Ew di malbateke dînperwer de mezin bûye û li cem bav û xalê xwe Mela Ehmed feqiyatî kiriye û ji Zaxo û Dihok û dewera Soran jî xwendina xwe ya dînî xilas kiriye û Îcazeya Meletiyê standiye.
Wî demekê Meletiya Gundê Kelha Mûsa Reş kiriye û pişt re li sala 1959an bû mamosteyê mektebên resmî û dersa zarokan de û li sala 1988an xanenişîn bû.
Zêdeyî jiyana xwe li bajarê Mûsilê bihorandiye û niha di 92 saliya xwe de li bajarê Dihokê dijî.
Helbestên Kurdî û Erebî hene û berhemên wî yên çapkirî navbirî ne ji:
1- Evîna Dilê Kul (1987)
2- Şewqen Îla Diyar-ul-muqeddes (1990)
3- Birûska Kurdistanê (2005)
4- Ev Hinek Ahên Dil in (2009)
5- Mêjûya Me di Gel Karwanê Şehîd û Bapîran (2012)
6- Sê Vehînok (Jêgirtiyên Bizever Ji Xebata Pêxember, Kurdistan piştî sala 1970, Jîna Min) (2014)
Wî helbesteke dirêj jî li ser jiyana xwe çêkiriye.
https://www.bernamegeh.org/2020/10/04/helbesten-mele-mehmude-yusifi/