Ebdulhemîd an jî Hemîd Yusifî di sala 1926’an de li gundê More yê li Geliyê Diryan li bakurê Kurdistanê tê dinê.
Piştre malbat tê gundê Kurane ê li herêma Tirgewer a girêdayî bajarê Urmiyeyê. Ji sala 1955’an û şûnde ku ciwanekî 29 salî bû heya roja mirina xwe guhdarvanekî radyoya Êrîvanê bû. Aşiqê dengbêjên Serheda bakurê Kurdistanê û kurdên Qefqasiyayê bû ku dengê tevan bi rêya wê radyoyê digihîşt gelek deverên Kurdistana mezin.
Ebdulhemîd Yusifî di sala 07.09.1979’an de li bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da.