Mihemed Elî Hiso li gundê mozan li Rojavayê Kurdistanê di sala 1930 de ji dayik bû. Di jiyana xwe de 4 berhemên helbestan çap kirine û reşnivîsek jî li ber çapê hebû. Herwiha yek ji kevintirîn kes yên ku beşdarî tevgera siyasî bibû ligel Osman Sebrî û Cegerxwîn û Nûredîn Zaza di sala 1957an de, dema Partiya Demokrata Kurd hatibû damezrandin.
Helbestvanê kurd Mihemed Elî Hiso bi 4 dîwanan jiyana 86 salî bi dawî kir. Mihemed Elî Hiso tevî ku ew tekane law bû ji dê û bavê xwe re, leşkeriya Sûriyê kir û li leşkeriyê fêrî Zimanê Kurdî bû. Herwiha dora 20 leşkerên Kurd jî li ser destê wî fêrî Zimanê Kurd bûn. Di sala 1960 de dest bi nivîsandina helbestê kir ku li ser destê şêx û meleyan hînî elfabêya helbestê bûbû.
Mihemed Elî Hiso, li bajarê qamişlo piştî temenekî dirêj di siyaset û nivîsandina helbestan de bihûrand di sala 2016’an de koça dawî kir.