Jiyana Qazî Mihemed

Jiyana Qazî Mihemed

Qazî Mihemed (z. 1900 an 1901− m. 30’ê adarê 1947 li Mehabadê) dadwer, serokê partiya Komeleyê (nîsana 1945), sazkerê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê û serokê Komara Mehabadê bû.

Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900’an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930’an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne.

Ragihandina Komara Mehabadê ji layê Qazî Mihemed ve

Di 22’ê kanûna paşîn a 1946’an (2’ê rêbendana 1324’an) de li meydana Çwar Çira Qazî Mihemed ragihand ku Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) hatibû sazkirin[4]. Di kanûna pêşîn a 1946’an de piştî têkçûyîna Komarê, di 30’ê adara 1947’an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Çwar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin.

https://youtu.be/8D9zDH6Ksqo

 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !