Jiyana Mistefa Barzanî

Jiyana Mistefa Barzanî

Mistefa Barzanî (z. 14 adar 1903 li gundê Barzan (Mêrgesor) − m. 1 adar 1979 li Washington D.C), general û rêberê mezin ê kurd e û damezrînerê PDK’ê ye.

Barzanî, di 14’ê adara sala 1903’yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905’an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914’an de birayê wî tê kuştin. Barzanî di 1931’ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî di rêberiya şoreşa kurdî da dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bidestveanîna mafên milletê kurd. Şoreşa ko li sala 1935’an hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bû bajarê Silêmaniyê.

Li sala 1942’an Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943’an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir.

Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetêu ha dibe. Mistefa Barzanî, di sala 1958’ê de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961’ê de heta xudmuxtariya 1970’yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.

Di 1975’an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1’ê adara sala 1979’an de diçe rehmetê.

Mela Mistefayê Barzanî li Barzanê hat veşartin.

Mela Mistefayê Barzanî bavê 10 kuran e. Sabîr, Luqman, Ubêdullah, Îdrîs Barzanî, Mesûd Barzanî, Sîdad, Nîhad, Dilşad, Sîhad û Wecîh navê kurê Mela Mistefayê Barzanî ne.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !