Izedîn, kurê mela Mistefa Sefwet Dêlêje sala 1934 li taxa Dergezên ya bajarê Silêmaniyê ji dayîk bibû
Di temenê pênc saliyê de li kêleka bavê xwe fêrî zanist û xwendinê bibû
Izedîn Mistefa Resûl, ji ber ku beşdarî serhildana sala 1952 ya bajarê Bexdayê bibû û birîndar bibû, ji kolêja mamostatiyê hatibû avêtin.
Paşê vedigere Silêmaniyê. Çend salan li derve dimîne û sala 1965 vedigere Kurdistanê û di nav refên Partûya Şûî de dibe pêşmerge. Dr Izedîn sala 1966 bi alîkariya Mela Mistefa Barzanî li zankoya Bexdayê dibe mamostayê kurdî.
Sala 1979 diçe Mosko û li wir pileya xwe ya doktora û profesortiyê distîne. Dr Izedîn yek ji damezirênên Yekitiya Nivîskarên Kurd bû
Piştî rêkeftina 11 Adara 1970 dibe serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd. 86 pirtûk û berhemên Dr Izedîn hene. Berhema wî ya herî dawî pirtûka bi navê “Yadewerîyekanim” (Bîranînên Min) bû
Dr Izedîn sala 2009 xelata edebî ya “Bile” wergirt.
Nivîskar û zanyarê navdarê kurd Profesor Dr Izedîn Mistefa Resûl di temenê xwe yê 85 saliyê de yanî di sala 2019an de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.