Hunermend Muhammed Riza Şeceriyan di sala 1940î de li Xorasanê li Meşhedê ji dayik dibe. Heta niha derbarê muzîka klasîk a kurdî de bi dehan albüm belav kirine û gelek xelatên navdewletî wergirtine.
Şeceryan, bi Perviz Meşkātiyān, Muḥammed Rıża Luṭfi, Hüseyin Alizade û Ferāmerz Pāyver re demekê xebitî. Di sala 1999an de ji aliyê Unesco ve bi xelata Picasso hat rûmetkirin.
Herwiha Şeceriyan gelekî behsa muzîka kurdî û hunermendê kurd Seyid Elî Esxerî Kurdistanî kiriye û Seyid Elî Esxerî Kurdistanî weke zilamekî efsanewî yê çiyayên Kurdistanê wesif dike û dibêje wî gelekî ji hunera Seyid Elî Esxerî Kurdistanî wergirtiye.
Di sala 08. 10. 2020an de hunermendê naskirî Mihemed Riza Şeceriyan jiyana xwe ji dest da. Şeceriyan demeke dirêj li nexweşxanê bû û tedawî dibû û bi nexweşiya pençeşêrê ketibû.