Sîma Semend (*1933’an li Axbaranê, Sovyeta berê) çîroknivîseke kurd e.
Sîma Semend sala 1933’an li Ermenistanê ji diya xwe bûye. Kal û bavên wê mihacirên ji welatê kal û bavan — Kurdistanê bûne. Eşîra wan ya Rojkiyan berî 180 salan ji Bidlîsê xwe li riya mihaciriyê girtin, gelek zehmetî û dijwarî dîtin, heta xwe gîhandine Ermenistanê, ku wê demê di bin desthilata Împeratoriya Rûsyayê da bû. Hema li vî welatî şên û aza da ew destbi xwendinê kir, di sala 1958’an de fakulteya fîlolojiyê li Zanîngeha Êrîvanê xelas kiriye û heta dawiya jiyana xwe, di meha çileya paşîn a sala 2008’an de, xizmetî gelê xwe kir.
Ewê gelek berhemên edebî, xwesma serpêhatî nivîsîn û bi berevokên cuda dane çapkirin. Yek ji wan ya bi sernavê Xezal ewqas li serokê weşanxaneya Nûdemê, nivîskarê Firat Cewerîxweş hat, ku ewî ew pirtûk ji alfabeya kirîlî guhartin ser tîpên latînî û ji nû va bi kurdî daye çapkirinê.
Sîma Semend bi van karên ji bo milet kardar û kêrhatî ra tevayî çar keçên kurdan yên delal mezin kir, wek dibêjin, fira xist, da ber xwendinê. Mala wê bi mêvanhiziyê va deng dabû. Dergehê wan xwesma ber wan hemû kurdên ronakbîr vekirîbû, ku ji welatê kal û bavan dihatin. Hemû neferên malê bi kurdî hatine perwedekirin, bi kurdî mezin bûn.
Sîma Semend gelek caran nivîsên xwe bi xwe bi radyoya Rewanê dixwendin. Xwesma ew bûbû hizkiriya zarokên kurd, dema ewê di heftêyê da carekê bernameyek ji bo wan hazir dikir.
Çavkanî
- Dengê Rusiya