Jiyana Wezîrê Eşo

Wezîrê Eşo (z. 1934 – m. 2015) nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrekî kurd bû.

Wezîrê Eşo di 1ê sermaweza 1934an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê ji dayîk bûye. Pêşiyên Wezîrê Eşo ji Zêtkaya Agiriyê koç kirine.

Kurtejiyan

Ew di sala 1953an de li fakulteya dîrokê ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê Êrîvanê tê pejirandin û gava ew xelas dike, di navbera salên 1958–1961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar dike. Salên 1961–1963an wek berendamê doktorayê beşa kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê de li Lenîngradê (niha Sankt–Pêtêrsbûrg) di nava dîroka Kurdistanê de kûr dibe. Salên 1964–1983an weke redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo, televîzyon û weşanên Ermenistanê de kar dike. Salên 1983–1994an karê redaktorîkirinê û wergeriyê di beşa weşanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi cî tîne.

Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û şiroveyên wî li ser rûpelên rojnameya Rya Teze û gelek rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de hatine weşandin, lê welê jî di radyoyê de hatine weşandin. Ji ber vê kedê ew kirine endamê Yekîtiyên nivîskar û rojnamevanên Ermenistanê û yê Yekîtiya Sovyeta berê. Wezîrê Eşo di sala 1991ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên kurd ya bi navê Erebê Şemo bû.

Wezîrê Eşo heta mirina xwe li Belçîkayê di kar û mijûliyên nivîskariyê de berdewam bû. Ew di 23ê kanûna mezin a 2015an de li Brûkselê çû ber dilovaniya Xwedê.

Berhem

  • Mizgînî
  • Dengbêj kal bûbû
  • Pamp–Sîpan
  • Xaçatûr Abovyan

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !