Abu’l Hesen ‘Elî ibn Nafî anjî bi navê naskirî Ziryab (z. 789, Mûsil – m. 857, Endulus), stêrnas, erdnas, helbestvan, stranbêj û hunermendê kurd e. [1][2]
Ziryab xwendekarê Îsheq Mewsilî yê kurê Îbrahîm Mewsilî bû. Piştî ku jêhatîbûna wî di muzîkê de ji ya mamosteyê wî buhurî, neçar ma ji Bexdayê veqete.[3]
Wî jî berê xwe da başûrê Spanyaya îroyîn Kordobayê. Li wir melîkê mîrîtiya emewiyan a Ebdurehmanê II. Ew girte cem xwe. Bi vî awayî jîrbûna muzîkjenên kurd bi Ziryab dewam kir û tesîreke mezin li muzîka Spanyayê kir.[4]
Ziryab têla 5an li ûdê zêde kir û yekem car bi pirtikekî êlo li ûdê da. Wî tesîreke mezin li muzîka spanî kir û weke damezrênerê kevneşopiya muzîka Endulusî tê nasîn.
Evdirrehmanê II azadiyeke mezin dabû Ziryab û Ziryab bi vê azadiyê dibistaneke muzîkê saz kir.
Ziryab her weha tar û sêtar jî anîn Kordobayê û ev amûr paşê veguherî gîtara Spanyayê. Muzîk û reqsên Kurdistan û Rojhilata Navînpaşê bi tekiliya muzîk û reqsên qereçiyan veguherî flamenkoya spanî.
Li gorî gelek çavkaniyan Ziryab bandora xwe her weha li mode, xwarin û mîmariya welatên nîvgirava Îberî û Ewrûpayê jî kiriye.
Ziryab di sala 857an de dimire.
Çavkanî
- ↑ Ana Ruiz, Vibrant Andalusia: The Spice of Life in Southern Spain [1] “Ziryab was a remarkable Kurdish singer…”
- ↑ http://www.transoxiana.com.ar/0102/kurdos.html
- ↑ http://www.muslimheritage.com/article/ziryab-musician-astronomer-fashion-designer-and-gastronome
- ↑ http://lostislamichistory.com/the-cultural-icon-of-al-andalus/