Klama Fatima Salih Axa

Ay de lê lê lê lê
û de rabe kul û mereqa ser dilê min herdu dinyayê de rabê lê lê lê
Ay de lê lê lê lê
û de lê hedana canê min ê
ez ê navê te nas nakim, hinekê dibêjin Perîxan a,

hinekê dibêjin Siltan a, hinekê çavê serê wan rijana, ne ew e jê re dibêjin Fatima qîza Salih Axa û sing û berê te gihana, weke sêvê geliya Melatya, pûrteqalê sûka Edana,

mandalînê sûka Dortyolê, de weke hêkê pepûka, na weleh du hev hinarên Findikê, payîza paşîn xwe didine enişta tenişta serê şaxan,

peyde nabin hemû gêliyan û wextan û çaxan, çawa wextê şefeqa sibêya re, û bike- mirov deyne ber serê birîndar û nexweş û tawî û bawî û extiyara.

Ji dengê Miradê Kinê

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !