Sadakiyan an jî Sadakiya, Sadaqiya, (dem. 770 – 827), hatîye jînkirin. Mîrgehekî kurdan ya ku di dema xwe de, bandûra wê pirr mezin bûye. Navenda wê Rojhilatê Kurdistanê li Ûrmiyê bûye.
Navê vê mîrgeha kurdan, ji navê mîrê wê Sadaqê kurê Elî tê. Harûn Reşîd ku weke xalîfe jî, navê wî heye, bi wan re tevgerîya ye û alîkarî ji Sadaqîyan girtîye. Bi destê wan, kiriye ku kontrola xwe li ser herêmên din dêne. Herêmên weke Salmas û Tewrêzê jî û hê gelek herêmên din, bi destê sadaqîyan hatine bindestkirin û ketina bin destê hêza xalifetîyê de. Ew Artîşa Sadaqîyan ku wan şand ku wan deran bike bin destê wan de, di bin fermandarîya Khazîm de bûye.
Li gor hin belgeyna jî Sadaq bixwe bi navê “Zardîq” hatîye nasîn. Û tê gotin ku ew yekî ku fermandar û zane bûye. Wî, di bin destê xwe de, artişaka mazin ava kirîye û bi wê, li herêmê dewletek ava kirîye û mazin bûya. Lê li gor hin belgeyna jî, tê gotin Zardîq, kurê Sadaq bûye ku piştî wî re hatîye û ew artîşa mazin ava kirîye û ew dewlet ava kirîye bi wê. Hemû axên ku îro li ser Ermenistanê ava û heta ku digihijê herêmên Qafqasya hemûyan dike bin destê xwe de. Zardîq, di nava salên 824-827 de hatîye. Ji vê dîrokê jî, mirov bi giranî karê fahm bike ku Zardîq, kurê Sadaq bûye.
Tê gotin ku tenê li herême Mûsilê, Yunisê Azdî yê kurê Seydî hebûye. Piştre, Zardîq, artîşak şandîya ser wî û musil bi xwe ve girêdaye bi têk birina wî re. Ev şerê di navbera artişa Zardîq û Yunis azdîyê kurê Seydî jî di sale 827 de dibe.