Esma Onat wiha qala jiyana xwe dike:
Di sala 25.12.1980an de li bajarê Konya cêwî hatime dinyayê.
Ji bakurê Kurdistanê me
Û ji herêma Mêrdînê Midyadî me
Diya sisê zaroka me
Bîst û sê salin li Almanya dijîm.
Di fîrmakê de li ser hejmaryariyê dixebitim.
Zaroktiya min li metropolên tirkan û ciwaniya min li Almanyayê derbas bû.
Pir hez ji helbestan dikim: Ji 2014 ve min dest bi nivîsandinê kiriye. Lê ne helbestvan im û ne jî helbestan dinivîsînim tenê bi hevokên xemilandî re ji hîsên ku nivîsên min dixwenin re dibim werger û deng li giyanê wan dikim…
Helbesteke Wî
Wexta
Çûyîna te ya bêxatirxwestin min temaşe dikir
Baran hebû
Şil bû
Dinav pelûyên çavên min
Yên westiyayî û bêxew de
Xema giriyê payîzê weşartîbû
Emrê min tevlî emrê te bûyûbû
Lê çend demsal derbasbûn
Hê liqayî rihê te nehatime
Niha dilê min xwediyê mala agirekî ye
çavên min bexçê werankirina baranekê ne
Niha ne ji jehra xweziya
Û ne jî ji sedema poşmaniya
Ku bi destê xwe rihê xwe li ber te deynim
Bi çar pênc hêviyên kevin bi xwe re bînim
Di wextekî bêwext de
Bi gurzek serxeşiya payîzê re
Ji nişka ve li deryê te bixim
Gelo wê dilê te birihelê ?
Gelo çavên te yên ku
Ji xewnên min xeyidîne wê dîsa li min mêze bikin?..