Paytexta rûtan di nav bîranînên winda û zindî a Mehmûd Hesen Berazî

Rêber Hebûn

Di hembêza vê pirtûka a bi navê Payetexta rûtan, komek çîrokên nêzî bihna hevdû kom dibin, naverokên çîrokan li ser jiyana şervanan li çiyê  û bêhtir bandor şer li ser hişemdî û deroniyê , di nav cotbûnên nakok de , di nav pêlên serma û birçîbûnê de, tirs ,bizdan û wêrekiyê, hêvî û bêhêviyê, karwanên çîrokên cur bi cur tevdigerin, çîrokên niştîmanî dibin bi xwe bermayê gellek î lê bi pênûsên takekesên xwedî ezmûn tên e nivîsandin, ji ber ku serpêhatiyên takekesan beşek in ji jiyana milletekî di çaxek î de, û dema rexnegirên pêşerojê li ser radiwestin, wê berhemê bi çavê serdema xwe û ya borî şîrove dikin, û bi rêys wêjeyê mirovê rexnegir serdemê nas dike, pesindan dike, û jê encam digre.

Şopandina çarenûsên lehengên vê çîrokê rêyek e bîngehîn e ji têgihiştina şêweyên çîroka a ku jiyanên takesan berz dike,rewşa şer û penaberiyê bi zimanek î mirovî riyalîst rava dike, helbet rola erdnîgariyê li ser ramandin û sazkirina jiyana diramî li ser asîmana çîrokê de heye, û wisa wêjeya Kurdî tê nasîn ku belgehek e zindî ye ji rewşa kurdistaniyan, û nivîskar Mehmûd Hesen Berazî  xwestibû bi rengek î hevgarî komîdî û carne bi rengek î tarî , rodanên takesan li çiyê aşkere bike, û pir caran şerên herêmî û pevçûnên di navbera dewlet û welatiyan an dewlet û dewletên dijber de  zemînekê ji bo derketina wêjeya girtinheviyê an bergiriyê saz dike.

Wisa çîrok wek şaxek e wêjeyî yek ji erkên xwe wênegirtina jiyanên xelkê û ev yeka jî helbet bi sînemeyê ve peywendîdar e, û ji ber ku şer ranaweste û her berdewam e, ev yeka jî gerentiyê dide ji hebûna çîrok ,roman û destanên helbestî, ji ber ku ceng pencereya derdên bi wate ne û ev yeka tê naskirin bi rêyên afirandinê di hemî şax û warên hunerê de.

Zimanê çîrokê  berî xwe dabû pevxistinê bêhtirî gotubêjê, ev yeka heta radeyekê xuristî ye lê dema bêhtir di çîrokê de serdest be, dibe nîşanek ji qelsiyê , helbet hevsengî  di navbera pevxistin û gotubêjê de dihêle çîrok nermtir be,watedartir be, şengtir û balkêş be, li rex nameyê wêjevan, lê pesindana erd, cih û demê ligel pesindana mirov a deronî û gewdehî û dihêle zimanê çîrokê xweştir be.

Hemî alavên çîroka serkeftî eger di çîrokekê de peyda bibe, tê wateyê ku ew çîrok wê li ser sêwir,hizr û hişê xwedevan  bi bandor be, ji ber vê yekê ez dibînim ku nivîskar di hin waran de bîranînên di hizrên xwe de aşkere dike, û wêna bikartîne bi rêya dan û standinê bi lehengên çîrokên xwe re.

* Encam :

Çîrokên Mehmûd Hesen Berazî bi taybetiyên cuda navdar in ez dikarim di çend xalan de kurtas bikim:

– Rexnî ne : bi zimanê tenaziyê rewşa jiyanî  û nameyên pir reng aşkere dike.

– niştîmanî ne : rehnî didin li ser lehengiyên takesan û jiyana wan î zehmet di demên awerte de.

– civakî ne: dixwazin destên xwe deynin li ser sirûştiya jiyana civaka girtî yên bi bandorê gelek sedemên dîrokî, mîtingerî û olî ve mabûn paşdemayî.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Ezize Gerdenzeri

Jiyana Xelȋlȇ Çaçan Mȗradov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ 100 saliya ji dayȋk bȗna rojnamevan, nivȋskar ȗ serokȇ Radyoya Yȇrȇvanȇ Para Kurdȋ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !