Hesen Hişyar kurdperwer, nivîskar, helbestvan û dîrokzanekî kurd bû. Di sala 1907an de li gundê Serdê 70 km bakurê rojhilatê bajarê Amedê di navbera Hênê û Liceyê de hatiye dinê.
Di nav salên 1920î de bi tevgera kurd re dikeve danûstendinê. Têkiliya Îhsan Nûrî Paşa bi navçeyên Hênê û Liceyê pêk tîne. Di liberxwedana neteweyî ya Şêx Seîdê Pîran a sala 1925an de bi şêweyekî kariger cih digire. Piştî şikestina liberxwedanê Hesen Hişyar birîndar tê girtin û di dadgehê de tê arihkirin. Ji ber biçûkiya temenê wî darvekirinê dikin 15 salan hebs. Lê piştî bûriya giştî ya 1928an ji girtîgehê derdikeve, diçe Amedê û dikeve karê dewletê, dibe kargêr û rêveberê cergeya tabûya Qulpê.
Dema ku liberxwedana Agiriyê dest pê dike Hesen Hişyar xwe digihîne Agiriyê û wekî şervan cih digire. Piştî têkçûna liberxwedanê bi Îhsan Nûrî Paşa derbasî Îranê dibe. Di sala 1934an de diçe Sûriyê û li Binxetê akincî dibe.
Di sala 1956an de Komela Zanistî û Alîkariya Kurd bi destê wî û çend rewşenbîrên kurd hatiye damezirandin. Di sala 1966an de jî wî bi tena xwe kovara Agahî derxist. Dibêjin ku hejmarên vê kovarê gihane 19 hejmaran.
Hesenê Hişyar di 14ê îlona 1985an de çû ser dilovaniya xwedê û li goristana Dugirê li devera Qamişlokê hatiye veşartin.
Berhemên wî yên çapkirî
- Dîtin û bîrhatinên min 1907-1985 (1993). Emîral: Beyrût.
- 19 hejmar ji kovara Agahî (?)
Berhemên wî yên neçapkirî
- Pênc cildên dîroka kurd ji 8000 sal berî zayînê heyanî qirnê 19an de.
- Pênc cildên “Dîtin û bîrhatinên min 1914-1983”.
- Dîwaneke helbestan.
- Zerdeşt û Noroz Bûza û Konfişyos (?).
- Felsefa xebata welêt.
- Gazî û hewara navbera Zagros û Zara.
- ‘Erûda Kurdî.
- Kirasê sipî û destê reş.
- 19 hejmar ji kovara Agahî (?).
- Muzakeratên Qedrî Beg wergerandin.
- Deh muzakeratên ku wî dane şoreşa Îraqê.
- Şoreşa Şêx Seîd û Araratê.
Çavkanî
- Dilawerê Zengî, di pirtûka Hesen Hişyar a bi navê “Dîtin û bîrhatinên min 1907-1985” de