Peymana Sevrê

Peymana Sevrê

Peymana Sevrê peymaneka aştiyê (bi fransizî: Traité de Sèvres) bû ko di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanî yê Yekê, bil ji Emrîkayê û Emperatoriya Osmanî da li 10ê Tebaxa 1920ê piştî dumahiya Şerê Cîhanî yê Yekê ji bo sulh û aşîtiye li bajarê Parîsê hat morkirin. Ji dewleta Osmaniyan û saziyên Ermenî û Kurd jî xwest ko ji bo parastina mafê xwe û pêşkêşkirina daxwaziyên xwe nûnerên xwe bişînin lihevhatinê.

Ermeniyan Bagos Nubar Paşa, komele û cemiyetên Kurdan jî Şerîf Paşa şandin. Ji aliyê Osmaniyan çar kesan peyman mor kir. Ji ber ko parlemana Osmaniyan li 18ê Adara 1920ê hatbû hilweşandin, peyman jibo erêkirinê negehişt ber destê parlemanê û bi vî awayî jî negehişt ber destê Sultan Mehmedê Şeşemîn û di Takvim-l Vakayi, rojnameya fermî ya Osmaniyan da jî nehat belavkirin.

Şerê Serxwebûna Tirkiyê bi seroktiya Ataturkî û berjewendiyên hevalbendên mîna Brîtanya û Fransayê karekê weha kir ko careka dî ew vegerin ser mêza danûstandinan û li şûna bicihkirina Peymana Sevrê, Peymana Lozanê hat morkirin.

Şerîf Paşayê nûnerê gelê Kurd 2 daxwazname jibo maf û xwestekên Kurdan pêşkêşî kongreyê kirin: ya yekê li 22ê Adara 1919ê, ya duyê li 1ê Adara 1920ê. Her wiha Şerîf Paşa bi nunerê Ermeniyan nîqaş vekirin, lihevhatin û nêzikayi cekir, bi hevre li 20e heyva Çirya Paşîn sala 1919ê daxuyaniyeka hevbeş pêşkêşî kongreyê kir.

Li 10ê Tebaxa 1920ê, Peymana Sevrê hat pejirandin. Ji bo gelê Kurd di xalên 62, 63, 64an da ev biryar hatin girtin. Di nav sînorê Osmaniyan da wê dewleteka Kurd a xudmuxtar bihêt sazkrin, Salekê pîştî dengdaneka giştî li ser daxwazên gelê Kurd, dewleteka Kurdî a serbixwe were damezirandin. Kurdên herêma Mûsilê jî, wê têkevin nav sînorê vê dewleta serbixwe. Lê ev xal hemî li ser kaxizê man.

Mercên Peymanê

Peymanê bi awayekê fermî, û li goreyê lihevhatineka nepenî di navbera hevalbendan da ko binaxeyê wê li heyva Nîsana 1920ê di Konfransa San Rîmoyê da hatibû danan, Emperatoriya Osmanî parçe parçe kir.

Rojhilata Navîn

Li goreyê Peymanê, dibê xweserî jibo Komara Demokratîk ya Ermenistanê (Ermenistana Wîlsonî) û Hîcazê ra misoger bibûya. Piştî heyamekê û li goreyê hindek mercên mîna rapirsîn anko referandumekê Kurdistaneka xweser bihatiba afirandin. Li goreyê bendên 62-64ê ji pişka 3ê ji Peymanê, dibê Wîlayeta Mûsilê jî bihatiba ser wê Kurdistana xweser.

Brîtanyayê mafê Serperiştiya Îraqê û Felestînê wergirt. bi biryareka paştir Felestîn kevt bi serperiştiya Neteweyên Yekgirtî. Fransayê mafê Serperiştiya Libnanê û Sûryaya Mezin wergirt.

Anadolî

Yewnan: Agirbesa Murosê, û piştra jî, Dagîrkiina Izmîrê ji aliyê Yewnanian ve, li 21ê Gulana 1919ê desthilata wan herêman êxist destê Yewnanian. Li 30ê Tîrmeha 1922ê ew herêm wekî herêmeka parêzgarîkirî hat ragehandin û li goreyê Peymana Sevrê jî benderê serekî yê Izmîrê Smîrna û piraniya deverên Trakiyaya Rojhilatê û hindek deverên rojavaya Anadolê dikevtin bin desthilata Yewnanian.

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !