Raperîna Babek, di nave salên 816 û 838’an dibêt. Ew Serhildan, Kurdên Hûrrem û Horasanê, dikin. Di deme ku Xalifê abbesî Mitasîm, raparîna Babek li ber wî dibêt. Di Serhildanê de, xalîf Abbasî diçê biser babekîyan de. Lê çendî ku diçêt bi wan de. dike û nakê ku wan têk nabê.
Piştre gotinên qirêj di derbarê wan de dide derxistin û dide gotin ku “Kur bi dayika xwe re û keç bi bawê xwe re dirazihê”. Bi vê gotinên ku ji devê hin alimên oplî re ku dide gotin re dixwezê ku bertekekê li dijî babkiyan bide çêkirin. Lê çê dike û nakê, dikarê wê berteke ku dixwest li dijî wan bide çêkirin. Piştre, bi awayekî xayintî, tê gotin ku serokê raperînê û keyê wan Babekê Xûrremî bixwe digir in.
Piştî ku ew hat girtin, êdî pirr êşkenceyên mazin lê dikin. Lê çê dikin û nakin, ew radestî wan nabê. Li ber xwe dide heta dawiya kêlîka xwe. Piştre heredû ling û destê wî bi saxîtî jê dikin. Piştre dikin ku wî li ser hasp bi wî rengî di nava xalkê de bidina gerandin. Lê ew jî, di wê rewşê de jî ku dest û lingên wî jê dikin jî, ew li ber xwe dide. Berî ku wî bi dest û ling jêkirî, tê gotin babek, ji mirovên ku dest û lingên wî jêkirina, di xwezê ku hinek xwûna wî li rûyê wî bêxistin. Piştî ku ew wilo dibêje, edî yên ku dest û lingên wî jêkirina jê dipirsin ku ka çima ew vê yekê ji wan dixwezê, ew jê vê bersivê dide wan;
“We, dest û lingê min ji laşê min kir, xwûna laşê min hertimî jê dikişihê. Ku xwûn ji laş hat kişandin, wê rûyê min sipî bibe, ji wê jî heya ku xalk bibêjin ku ji tirsa rûyê wî sipî bûya, ji bo ku rûyê min sipî newê xwûyakiirn, hinek xwûna li rûyê min xin,”
deme ku babek dibîne ku ew mirovên dora wê xwesteka wî bicih neyênin, êdî ew xwe diavêje ardê û rûyê xwe dike nava xwûnê de û bi xwûn dike. Piştre di wê heyemê de Xalîfê wê rewşê dibîne û jê diprsê, babek jî, hinegî ev gotinên xwe yên ku berê wê kêlkîkê gotibûn, di wê heyemê de carek din bi heman rengî ji xalîfe re jî dibêje. Xalifê ku wan gotinan dubara ji wî his dike, êdî pirr di dilê xwe de bi tirs dibe ji wî.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com