Serhildana Qoçgiriyê an jî Şoreşa Qoçgîrê, yekemîn serhildana li hemberî hikûmeta Enqereyê ye û di Tîrmeha 1920an de li Qoçgiriyê rû da. Berî serhildanê xebatên amade kirinê ji aliyê Elîşêrê Dêrsîmî û Baytar Nuriyê Dêrsîmî ve hate meşandin. Di Tîrmeha 1920an de hin yekîneyên di bin fermana serok-eşîrê bi navê Misto, avêtin li ser qereqola Çulfa Alî ya Zarayê.
Piştî vê serdegirtinê navbêra Sêwas-Ezirgan û Qenxal-Qoçgîr û derûdora wê kete bin hikmê yekîneyên Kurdan. Serok-eşîrê Şedanê Paso, Gercanê dagir kir û bi kirar wî dest danî li ser rêvebiriyê û li avahiya hikûmetê ala Kurdî hildan.
Hikûmeta Enqereyê jî di Cotmeha 1920’an de, bi armanca asteng kirina pêşkeftina serhildanê heyetên şîretê şand vê derê. Di 15 Mijdarê de li Xozatê di serokatiya Elîşan de civîneke hate li darxistin û danezaneke dan hikûmetê. Enqere jî dest pê kir li Sêwazê leşkerên xwe kom kirin. Di vê navbêrê de Serhildana Qoçgiriyê belav bû: Dêrsîm, xwe amade dikir ku di buhara 1921ê de serxwe bû na xwe danezan bike. Enqereyê, pêwendiya Dêrsîmê bi derûdora wê rê qût kir û ji vê derê hinek kesan vexwend Civakê û xwest bi vî awayî tevgerê bi sînor bike. Lê ev rêbazên han encam nedan û di encamê de di adara 1921’ê de yekîneyên artêşa Tirk tevgereke leşkerî dane dest pê kirin. Her wiha 3 fermandarên serhildêr ên Kurd yê Serhildana Serokê eşîreta Ginyanî Murat Paşa bi fenan hatin girtin. Lewma di 24 Nîsana 1921’ê de yekîneyên Serhildana Qoçgiriyê ji hev feşkilîn. Artêşê, heta nava Qoçgiriyê ve çû û serhildanê bi awayekî bi xwîn temirand û Serokê Serhildanê hate girtin. Di vê navbêrê de serhildana Qoçgiriyê, bi taytbetmendiyên xwe yên welatparêz bandora serokeşîran derbas kirî bû û wisa derbasî dîrokê. Di 28’ê nîsana sala 1937’an de yek ji serokên Serhildana Dêrsimê Elîşêr û Zerîfe Xanim, bi awayekî bê dadgeh ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin pakrewan kirin.