Min Te Dîtbû

Strana Min Te Dîtbû

Min te dîtibû nava baxça gul sosina da
Çavê reş e gerden hezar ramûsanê da
Wez ne dîn bûm,
Te ez dîn kirim,
Te ez helandim,
Te ez maşandim yar…

Were lê lê lê were dîlberê, te bi derbederê enî gewherê.
Were lê lê lê were dîlberê, te bi derbederê enî gewherê.

Ax ça dikim dilêm digrî dilê min digrî
Lê tu çima mala min î tu emrê min î
Wez ne dîn bûm,
Te ez dîn kirim,
Te ez helandim,
Te ez maşandim yar…
Were lê lê lê were dîlberê, te bi derbederê enî gewherê.

Şîn şewata dilêm tu yî lê tu nabînî
Gelek gelek tu şêrîn î, min ra şêrîn î
Wez ne dîn bûm,
Te ez dîn kirim,
Te ez helandim,
Te ez maşandim yar…
Were lê lê lê were dîlberê, te bi derbederê enî gewherê.

Ji Rustemê Îsko û Berfîn Aktay

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !